2 kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin
Du kolberên Kurd îro li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Du kolberên Kurd îro li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.
Li gor jêderên navxweyî, hêzên sînorparêz ên Îranê îro danê sibê li navçeya Silîvana ya ser bi Ormiyê teqe rasterast li hejmarek kolberan kirin, di encamê de 2 kolbar hatin kuştin û kolberek jî bi giranî birîndar bû.
Malpera “Hingaw” a Mafên Mirovan aşkere kir, navên kolberên hatine kuştin Salim Suleyman Nejad û Dawud Mecîdyan in.
Ji ber rewşa hejarî û nebûna derfeta kar, xelkê Kurdistanê ti karî ji bilî kolberiyê li pêş xwe nabînin. gelek caran jî ji aliyê hêzên Îranê teqe li wan tên kirin.
S. B