Li Silêmanî û Helebce 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li bajarê Silêmaniyê û Helebceyê, 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Silêmaniyê û Helebceyê, 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Jêderekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, îro 2 pêketiyên din ê Koronayê canê xwe jidest dan, ku kesekî 80 salî û kesekî 48 salî ne.

Ji aliyekî din ve jî, jêderekî ji Tendirustiya Helebceyê ji K24ê re ragihand, jineke 63 salî bi Koronayê canê xwe jidest da.

Îro danê sibê jî jineke 55 salî nexweşxaneya Wefa bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da bû.  

Li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 5 hezar û 533 kesan, ji 183 kesan canê xwe jidest dane û 1 hezar û 634 kes jî baş bûne.

 

S. B