96 kesên din li Îraqê bi Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dan
Do dema 24 demjimêrên burî de, 2,140 kesên din li Îraqê tûşî Koronayê bûn û 96 kesan jî canê xwe ji dest dan. Herweha 184 kes jî baş bûn.
K24- Hewlêr
Do dema 24 demjimêrên burî de, 2,140 kesên din li Îraqê tûşî Koronayê bûn û 96 kesan jî canê xwe ji dest dan. Herweha 184 kes jî baş bûn.
Bi vê yekê jî, heya niha 45,402 kes li Îraqê tûşî Koronayê bûne û 21,112 kes jî baş bûn e û 1,756 kesan jî canên xwe ji dest dane.
Li gor amarên Wezareta Tenduristî ya Îraqê, 17 kesan di dema 24 demjimêrên burî de li parêzgha Silêmanîyê û yek li parêzgeha Hewlêrê û çar kesan jî li parêzgeha Kerkûkê canê xwe ji dest dane.
Herweha 12 kes li Silêmanîyê, 22 li Hewlêrê û 18 jî li Kerkûkê başbûne.