15 çekdarên ser bi Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, di dema 24 demjimêrên burî de, 15 çekdarên ser bi Îranê li Suriya hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, di dema 24 demjimêrên burî de, 15 çekdarên ser bi Îranê li Suriya hatin kuştin.

Di 24 demjimêrên burî de, çend firokeyên ku guman dihête kirin ser bi Îranê bin, dû caran çekdarên ser bi Îranê burdûman kirin, carekê li Rojhelata Suriyê û carekê jî li nêzîk sinûrê Îraqê.

Di burdûmana yekem de, neh çekdar û ndi burdûman dûyem de şeş çekdar hatin kuştin.

Berê jî çend caran firokeyên Îsrayîlê, berjewndî û bingehên çekdarên ser bi Îranê burdûman kirine û zîyan gehandîye wan, lê heya niha Îranê ti ragehandin û besiveka wan hêriş û burdûmanan nedaye.