Çekdarên DAIŞê çend êrîşên cuda li sînorê Kerkûkê û Dîyala bcam dan
Çekdarên DAIŞê çend êrîşên cuda li sînorê parêzgeha Kerkûkê û li parêzgeha Dîyala encamdan.
K24- Hewlêr
Çekdarên DAIŞê çend êrîşên cuda li sînorê parêzgeha Kerkûkê û li parêzgeha Dîyala encamdan.
Li sinûrê Parêzgeha Kerkûkê ji encama hêrişeka Daişê, 3 polîsên Federal hatin kuştin û yek jî brîndar bû.
Çekdarên DAIŞê li sinorê parêzgeha Kerkûkê 2 êrîş encam dan. Xelkê gundê Macid li başûrê rojavayê Kerkûkê bergirî kirin e û çekdar reviyan e. Lê li nêzîk gundê Rebîz, çekdarên DAIŞê êrîş kirin e ser xalek polîsan. Di encam de 3 polîs hatine kuştin û yek jî brîndar bû ye.
Herweha çavkaniyek ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, jiber êrîşa DAIŞê li gundek ser bi bajarokê Ebî Seyda li bakurê rojhilatê wê parêzgehê, 4 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 3 ji brîndar bûn e.