Firset Sofî: Rewşa Hewlêrê berev karesatê diçe
Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, rewşa Hewlêrê berev karesatê diçe û ev şev bo derkirina hejmareka biryarên û girtbera rêkarên tund ji bo rêgirîyê ji teşenekirina Vayrosa Koronayê dê bicivîn.
K24- Hewlêr
Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, rewşa Hewlêrê berev karesatê diçe û ev şev bo derkirina hejmareka biryarên û girtbera rêkarên tund ji bo rêgirîyê ji teşenekirina Vayrosa Koronayê dê bicivîn.
Parêzgarê Hewlêrê û jûra Operasyona Parêzgeha Hewlêrê seredana Komîteya Tenduristî û Zanistî ya berengabûna Korona û tenduristîya giştî ya Hewlêrê kir û piştî civînekê li gel endamên jûrê, parêzgarê Hewlêrê di konfiranseka Rojanamevanî de got: Alîyên peywendîdarên Tenduristîyê bi aşekera bi me re ragehandin, rewşa Hewlêrê berev karesatê diçe û daxwazîya wan ew bû, divê rêkarên tund bigirîn ber, neku di hefteyên dahatî de rewşa Hewlêrê berev karesatê diçe.
Ragehand jî, Ev şev jûra Operasyona Hewlêrê dê bicive û bo bersivdana Fermangeha Tenduristîya Hewlêrê biryarên pêwîst didin.
Parêzgarê Hewlêrê xuya jî kir, her biryarekê bidin, delîve dihête dan bi hevwelatîyan daku qelebalixî durist nebe û hinek cihên giring bo jîyana hevwelatîyan dê vebûyî bimînin û daxwaz ji hevwelatîyan kir, hevkar û piştîvanên wan bin bo serkevtina rêkaran.
Di pişkeka dî ya axivtinên xwe Firset Sofî got: Xêrxwazekî 300 hezar Dolar bo parêzgeha Hewlêrê terxan kirîye bo rûbirûbûna Koronayê û me biryar da ewê pereyê pêşkeşî Tenduristîya Hewlêrê bikin daku wek padaşt bi ser wan karmendên Tenduristîyê bihêt dabeş kirin, ewên di bwaerê berengarbûna Koronayê kar dikin.
Amaje bi wê yekê jî kir, li pişka çavdêrîya çir li nexweşxane ya rizgarî bajarê Hewlêrê tenê 18 amêrên taybet bi henasedana destkir hene, rewşa Tenduristî û jêrxana tenduristîyê xwe ji ber teşenekirina zêdetira koronayê nagire.
Aşkera jî kir, tevaya bazgehên Hewlêrê bi temamî dê bihên daxistin û bila kesê xwe li rê nede ne bo hatinê û ne bo derketinê ji Hewlêrê.
Niha 720 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyên Hewlêrê li jêr çavdêrîya pizîşkî ne û heya niha 23 kesan canên xwe ji dest dane.