Civata Bilinda Fetwayê hukmê wergirtina dû mûçeyan û mûçeyên bê karkirin aşkera dike
Di fetwayeka nû de, Civata Bala ya Fetwayê ya ser bi Yekêtî ya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê hukma wergirtina mûçe ya bê dewamkirin û wergirtina dû mûçeyan û xanenişîn a neyasayî xuya dike.
K24- Hewlêr
Di fetwayeka nû de, Civata Bala ya Fetwayê ya ser bi Yekêtî ya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê hukma wergirtina mûçe ya bê dewamkirin û wergirtina dû mûçeyan û xanenişîn a neyasayî xuya dike.
Di fetwayê de tekez li ser evan xalan hatîye kirin:
- Her kesek dû mûçeyan werbigire heram e.
- Ewên dewam nikin û mûçeyan bê karkirin werdigirin xîyanete û diçe çarçoveya dizîkirinê ji samanê giştî û bi naheq xwarina dahatê welat e.
- Her kesek bi awayeka neyasayî hatibe xanenişîn kirin û bi nehejî mûçeyên xanenişînîyê werbigire, li gor rêsayên Şeriî bi gendelîya îdarî dihête hejmarkirin û ew pereya wê yekê heram e.
- Hikumet berpirsê rasterast e ji çaksazîyê û nehêlana gendelîyê, dû mûçeyê û mûçeyên kesên kar nakin
Ev di demkê de ye, biryare hikumeta Herêma Kurdistanê di destpêka meha dahatî de piroje çaksaszîyê xixe di bwarê bicîkirinê de.