Tenduristîya Îraqê daxwaz dike qexeya bi temamî ya hatinûçûnê bo dema 30 rojan bihête ragehandin

Rîyaz Ebdulemî, endamê Komîteya Bilinda Rûbirûbûna Vayrosa Koronayê li Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di civîna me ya evro de hejmareka rasparteyan hatin derxistin.

K24- Hewlêr

Rîyaz Ebdulemî, endamê Komîteya Bilinda Rûbirûbûna Vayrosa Koronayê li Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di civîna me ya evro de hejmareka rasparteyan hatin derxistin.

Wek Ebdulemîr amaje kirî, di civînê rewşa niha ya Koronayê û pêwîstîyên girtinebera rêkarên nû bo rêgirîkirinê ji teşenekirina zêdetira Vayrosa Koronayê hatin gengeşekirin.

Aşkera jî kir, Ew civîn, bi derxistina ragehandina qedexeya bi temamî ya hatinûçûnê li seranserî Îraqê bo dema 30 rojan, bi dawaî hat.

 Rêveberê giştî yê Tenduristîyê li wezareta Tenduristîyê ragehand jî, pêwîste dûrîya mewdaya di navbera kesan de bi zorê bihêt sepandin.