Tirkiye ava rûbarê Firatê li ser Sûrıyê diçikîne
Li rojavayê Kurdistanê , ava çemê Firatê gihîştiya asta xwe ya herî nizim, ku êdî gefan li karê bandavan dike. Herwiha bandorê li pirojeyên çandiniyê dike.
K24-Rojava
Li rojavayê Kurdistanê , ava çemê Firatê gihîştiya asta xwe ya herî nizim, ku êdî gefan li karê bandavan dike. Herwiha bandorê li pirojeyên çandiniyê dike.
Rêveberiya bandavan, bangê li hukûmetên herêmê û Neteweyên Yekgirtî dike, ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku beşê Suriyê ji avê berde.
Asta ava cemê furatê roj bi roj kêm dibe, ku li gor peymaniyën navdewlatî, egera 500 m3 di kilîkekê de were berdan, lê turkiya tenê 200 m 3 avê berdide rojavayê kurdistanê, ev yek bandoreke nîyanî li asta peydakirina aliktirîkî li bandavê tişrîn li kobanê û yê furatê li reqayê dike.
Rêveberiya bandava tuşrînê aşkere dike, ku ew neçarin ji 6 jêderan tenê 2 bi kar bînin. Ku tenê rojê 10 demijmêran ji aliktirîkê karin ji bo bajarin rojava peyda bikin.
Kêmbûna asta avê ziyana xwe li çanidiniyê û ajalan û xwezehiyê dike.
Rêveberiya bandavan metirsiyê xwe ji berdewamiya kêmbûna asta avê diyar dikin, û didin zanîn ku av hîn kêm bibe dë bandav bê rawistandin.
Ji ber wê yekê banig li hukûnetin navdewlatî, û netewin yekgirtî dikin ku zextê li turkiyê bikin ji bo para sûriyê ji avê bi temamî bide.
Di demin dawî de, turkiyê hewldide ku zextê li ser qelkin deverê di riya birîna avê li ser wan bike, ku li ser neşteciyën ceziyra rojavayê kurdistanê jî ava vexwerinê biriya.