Li Ranye tûşbûyeka dî ya Koronayê canê xwe ji dest da

Bi can jidestdana dayîka karendekê Tenduristîyê li Ranye, ev şev sêyem haleta mirinê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.

K24- Hewlêr

Bi can jidestdana dayîka karendekê Tenduristîyê li Ranye, ev şev sêyem haleta mirinê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.

Her di çarçoveyê de, Li Silêmanîyê xortekî ku ti nexweşîyên dî nebûn, bi Koronayê canê xwe ji dest da û li Çemçemal jî, hevwelatîyek ku nexweşîya Şekre hebûyem li jêr alavê henasedan destkir canê xwe ji dest da û 12 kesên tûşbûyên Koronayê baş bûn.

Çavkanîyek ji Tenduristîya Silêmanîyê bi Kurdistan 24 re ragehand, demkê berî niha, xoretekê temen 28 sal ku helgirê Vayrosa Koronayê bû, li nexweşxaneya Tahir Elî Walî Beg canê xwe ji dest da.

Got jî: evî nexweşî ti nexweşîyên din pê re nebûn.

Hevdem her ev şev li Çemçemal hevwelatîyek dî yê tûşbûyê Koronayê canê xwe ji dest û 12 kesên din baş bûn.

Di vî warî de, Dr. Ferhad Mehemed Mistefa, rêveberê Tenduristîya Çemçemal ragehand, tûşbûyekê Vayrosa Koronayê, ku zelmekê temen 53 salî bû û rûniştvanê Çemçemal bû û nexweşîya şekireyê jî pê re hebû, alavê henasedana destkir bo hatibû danan, evro yekşembîyê canê xwe ji dest da.

Rêveberê Tenduristîya Çemçemal got jî,12 kesên din yê tûşbûyên Vayrosa Koronayê ku şeş jin û şeş zelamain bi temamî başbûn û vegerîyan nav malbatên xwe.