Jûra operasyonên Hewlêrê biryara qedexeya hatinûçûnê da
Jûra Operasyonên Hewlêrê biryar qedexeya hatinûçûnê da ji demjimêr 12yê şeva 29/30, 6, 2020 heya demjimêr 12 yê şeva 4,7,2020.
K24- Hewlêr
Jûra Operasyonên Hewlêrê biryar qedexeya hatinûçûnê da û ji demjimêr 6yê sipêdeya 30, 6, 2020 destpêdike heya demjimêr 12 yê şeva 4,7,2020. Di ragehandina Jûra Orasyonan de hatîye, hatinûçûnê ji demjimêr 6ê sipêdeyê heya 12yê şevê bi hemû awayekê dihête qedexekirin li tevaya sinûrê parêzgeha Hewlêrê bi tevaya qeza û nahyeyên wê ve, ji bilî tîmên tenduirstîyê, hêzên ewlekarîyê, dîplomatkar, rêkxistîyên ajansên Neteweyên Yekegirtî û kompanyayên sûtemenîyê li gel fermangehên xizmetguzarîyê.
Herweha hatîye, kar sanahî bo hevwelatîyan dihête kirin bo dabînkirina pêdawîstîyên xwe ji xorak û kelûpelên pêwsît bi vekirina markêtên mezin û dûkanên firoştina fêkî û gîyay, dermanxane, otombêlên gazê.
Herweha hatîye, ku hatinûçûna parêzgeha Hewwlêrê li gel tevaya parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqê bi temamî dê bihên rawestandin heya 4/7/2020ê.