Li Rojavayê Kurdistanê nirxê nan giran bûye

Rojane Qerebalex li pêş firneyên bajarê Qamişlo zêde dibe. Gilî ȗ gazindên xelkê jî, derbarê kêmbȗn ȗ tunebȗn a nan bidawî nabin.

K24- Qamişlo

Rojane Qerebalex li pêş firneyên bajarê Qamişlo zêde dibe. Gilî ȗ gazindên xelkê jî, derbarê kêmbȗn ȗ tunebȗn a nan bidawî nabin.

Hin xelkên bajêr dibêjin, ku ew nema têr nan dibin. Hin jî dibêjin, ku buhayê nan bûye barek giran liser mile wan.

Bi demjimêran li pêş firneyan radwestin daku nan bidest bixin, eve rewşa rojane ye ya xelkên bajarê Qamişlo .

Gilî ȗ gazinên welatyan derbarê tunebȗn ȗ buhabȗna nirxê nan bidawî nabin , nebaşbȗna cureya nan jî pirsgirêkeke dine ku welatî gazinan jê dikin .

Hin xelkên bajêr dibêjin ku ew 2 rojan bê nan man , loma ji dest pêka sibehê ve ew di rêzê dine bi hêviya ku rebteyek nan ji malbatên xwe re peyda bikin.

Ji aliyê xwe ve,Rêveberiya aşan li Herêma Cizîrê ku berpirse li ser belavkirina ard li ser firneyên deverê dide zanîn , rêjeya ardê ku tê belav kirin ne hatiye guhertin ȗ kirîza nan di destê xwedanên firnaye ku hin rojan ȗ bê sedem ew kar radwestînin, herwiha eşkere dike ku çi kesê pabendî nirxên ku hatine nîşan kirin nebin, ew rastî sizakirinê tên.

Tevî ku îsal desteya çandiniyê di rêveberiya xweser de nêzî 500 hezar ton genim ji cotyaran wergirtiye, lê jii heyama nêzî mehekê ve bajarên Rojavayê Kurdistanê ȗ bitaybetî, Qamişlo ȗ Hesekê di kirîzeke nan de derbas dibin .

Di dema ku xwedanên firna dibêjin ku rêjeya ardê ku dighêje wan kêmbȗye, saziyên têkildar xwedanên firneyan tometbardikin bi firotina ard