Parlemana Kurdistanê îro dicive
Parlemana Kurdistanê îro dicive û deng li ser pêşniyazbiryarên ji aliyê parlemanteran ve hetine pêşkêşkirin û dirêjkirina xula Buharê ya Parlemanê dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemana Kurdistanê piştî du hefteyan ji kerentînekirinê îro dicive û deng li ser pêşniyazbiryarên ji aliyê parlemanteran ve hetine pêşkêşkirin û dirêjkirina xula Buharê ya Parlemanê dide.
Serokatiya Parlemana Kurdistanê îro dicive û li gor bernameya karê rûniştina îro, dengdan li ser pêşniyazbiryarên ji aliyê parlemanteran ve hetine pêşkêşkirin tê kirin.
Herwiha li gor Birgeya Çarem ji Madeya (7) a Peyrewa Navxwe, dengdan li ser dirêjkirina xula Buharê ya sala duyem a Parlemana Kurdistanê tê kirin.
Piştî ku vîrusa Koronayê gihîştibû Parlemana Kurdistanê, Parleman bo fu hefteyan hatibû kerentînekirin. Îro jî yekem civîn piştî rakirina kerentîneyê tê encamdan.
S. B