Kerentînkirin li Riha û Bidlîsê berfireh dibe
Li Rihayê 55 mal, li Bidlîsê jî 6 avahiyên mezin di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de hatin karantînkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rihayê 55 mal, li Bidlîsê jî 6 avahiyên mezin di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de hatin karantînkirin.
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê 55 mal di çarçoveya rêgiriyên belavbûna Koronayê de hatin karantînkirin. Parêzgariya Rihayê da xuyakirin, li navçeyên Sîwereg, Kaniya Xezalan, Xelfetî, Wêranşar û Pirsûsê pêketiyên korona hatine tomarkirin û ji ber vê 55 mal hatine karantînkirin.
Parêzgariya Bidlisê jî da xuyakirin, li navenda Bidlîsê 4, li navçeya Xelatê jî 2 avahî ji ber astengkirina belavbûna koronayê hatine karantînkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî sistkirina qedexeyan, hejmara pêketiyên Korona zêde bûye.
Duhî li Rihayê 43 mal, li Bidlîsê jî avahiyeke mezin ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, hatibûn karantînkirin.
S. B