Wezareta Tendirustiyê hişyariyê dide
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji ber zêdebaûna rêjeya pêktetina bi Koronayê, hişyariyê dide û radigihîne, heger rewş bi vî awayî biçe, dê karesateke mezin rû bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji ber zêdebaûna rêjeya pêktetina bi Koronayê, hişyariyê dide û radigihîne, heger rewş bi vî awayî biçe, dê karesateke mezin rû bide.
Peyvdarê Wezareta Tendirustiyê Mihemed Qadir ji K24ê re ragihand, hejmara pêketiyên Koronayê di zêdebbûnê de ye û niha 3 hezar û 811 pêketî li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ne.
Diyar kir, “Metirsiyên vîrusê ji pêketiyên ku nîşan lê diyar nabin e, ji ber ku ji bilî pêketiyên tên destnîşankirin, bêgûman pêketiyên din hene ku nîşanên Koronayê li wan diyar nabin û xelk jî bêyî ku hest pê bikin, vîrusê ji wan vedigire. Ji ber wê heger rewş wiha bidome, dê karesateke mezin di demeke nêzîk de bibînin”.
Heger hejmara pêketiyan bi vê bileziyê zêde bibe, rewş ji karîna Wezareta Tendirustiyê dine û welatî wê demê biryarê didin, rewşê bi kû ve bibin.”
Ev di demekê de ye, çend hefte ne hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde bûye. Odeya Operasyonên Hewlêrê qedexeya çûnûhatina tund ragihandiye û ji sibe ve dikeve warê bicihkirinê.
S. B