3 jîngeparêzên Kurd canê xwe jidest dan

3 çalakvanên Kurd ên bajarê Pawe li Rojhilatê Kurdistanê di dema vemirandina agir li daristanên wî bajarî, canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

3 çalakvanên Kurd ên bajarê Pawe li Rojhilatê Kurdistanê di dema vemirandina agir li daristanên wî bajarî, canê xwe jidest dan.

Malpera “Hingaw” a mafên mirovan belav kir, 3 çalakvanên bi navê Muxtar Xendanî, Bîlal Emînê û Yasîn Kerîmî di dema vemirandina agir li daristanên bajarê Pawe canê xwe jidest dan.

Çend roj in agirekî mezin bi daristanên sînorê herdu qezayên Pawe û Ciwanro li parêzgeha Kirmaşanê ketiye û hikûmeta Îranê bi erkên pêwîst ên vemirandina agir ranabe, vêca çalakvanên jîngeparêziyê hewla vemirandina agir didin.


S. B