Li Îranê 162 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Îranê de 24 demjimêrên bûrî de 162 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê de 24 demjimêrên bûrî de 162 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 536 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 162 kesan jî canê xwe jidest dane.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê diyar kir, li Îranê hejmara pêketiyan gihîştiye 225 hezar û 205 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 10 hezar û 670 kesan.

Amaje bi wê jî da, hejmara kesên ku baş bûne, gihîştiye 186 hezar û 180 kesan û rewşa 3 hezar û 37 nexweşan jî xirab e.

 

S. B