PDK û Gorran: Em piştîvanîya hikumeta û piroseya çaksazîyê dikin

Piştî civîna şanda bilinda Bizava Gorranê (BG) li gel Mekteba Sîyasîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK)her yek ji Mehmûd Mehemed gotebêjê PDYê û endamê şanda bilinda BG, Derbaz mehemed naveroka civînê aşkera kirin û tekez kirin, ku hemû alî piştîvanîyê li veman û bihêzkirina kîyan sîyasîya Herêma Kurdistanê dikin û BG û PDK jî piştîvanîyê li piroseya çaksazîyê dikin.

K24- Hewlêr

Di hevpyvînekê de bo rojnamevanan, Derbaz Mehemed, got: Divê Çaksazî bihête kirin û pêngav wê yekê jî di xavin û nakokîyên di navbera Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)bandora xwe li ser wê piroseyê hebûye. Em piştîvanîya hikumetê dikin, daku yasaya çaksazîyê bihête bicîkirin. Me li gel PDKyê li ser evê oirsê gotûbêj kir.

Got jî: Heya ku Herêma Kurdistanê bihêz be, çaresrîya tekane ewe helwêsta navxweyî bibe yek, daku bikarin arîşeyan çareser bikin. Niha pêwîste em piştîvanîya hikumeta xwe bikin û heke em piştîvanîya hikumetê nekin, hikumet nekare erkê bicih bike.

Her di evê çarçoveyê de, gotebêjê PDKyê, Mehmûd Mehemed got: Renge rewşê pêwîst bo rêxistina û rêk vekirina rêza navxweyî hebe, em jî hewleke cidî bo evê pirsê didin.

Got jî: Çaksaz di dema xwe ya destnîşankirî de divê biçe di bwarê cîbcîkirinê de,û bila ew yasa bihêt cîbicîkirin, wê çaxê jî dê xuya be ka kî dijî çaksazîyê ye û kî piştîvan e. niha me û Bgyê tekez kir li ser wê yekê ku piştîvanîya wê pirojeyê dê bikin.