Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî (WHO): Li Îraqê kontirolkirina Koronayê di dest hikumet de nemaye
Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî (WHO) hoşdarîyê dide ji dest derketina Vayrosa Koronayê li Îraq dide.
K24- Hewlêr
Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî (WHO) hoşdarîyê dide ji dest derketina Vayrosa Koronayê li Îraq dide.
Nwênerê Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî (WHO) li Îraqê, Edhem Îsamyîl ragehand, hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îraqê di nexweşaxaneyan de bi taybetî ewên pêwîstî bi çavdêrîya zêde hene, ji asta xwe ya asayî derketîye û kontirolkirina Vayrosa Koronayê di dest hikumet û wezareta Tenduristîyê de nemaye.
Edhem Îsmayîl hoşdarî da û got: Eger welatî pabendî rênimayîyan nebin, di demeke nêzîk de, rewşa Tenduristîyê li Îraqê ji dest derdikeve.
Di hefteyên burî de, hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê û can jidestdanê li Îraqê bi taybet li Bexda gelek zêde bûye.