Çekdarekê Daişê hate girtin, beşdarî di revandina kiçên Êzîdî de kiribû
Çekdarekê Daişê yê beşdarî di revandina kiçên Êzîdî de li Şingalê kiribû, li Nînewa hate girtin
K24- Hewlêr
Çekdarekê Daişê yê beşdarî di revandina kiçên Êzîdî de li Şingalê kiribû, li Nînewa hate girtin
Di daxuyanîyekê de, Şaneya Ragehandina Ewlehîyê belavkirîye, Hêzeke ser bi operasyonên rojavaya Nînewa, helmeteka pişkinînê li gundekî di navbera qezayên Şingal û Be'ac li rojavaya Nînewayê encamdane û çekdarekê Daişê girtin, ku wî beşdarî di êrîşa ser malbatên Êzîdyan û revandina kiçên Êzîdî de kiribû li şingalê û nahye ya Qeyrewan û gundê Koçer.