Di 95emîn salvegera daravekirina Şêx Seîd û hevalên wî neviyê wî daxwaza cihê gora bapîrê xwe dike
Saziyên Sivîl û Partiyên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê, bi daxuaynî û çalakiyan, di 95. Salvegera şehîd kirina Pêşengên Serhildana 1925'an bibîr anîn. Hat ragihandin ku Şex Seîd û hevalên xwe, li hember polîtîqayên li dijî Kurd û Kurdistanê serî hildan e û doza wan doza mafên mazlum ye.
K24- Amed
Saziyên Sivîl û Partiyên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê, bi daxuaynî û çalakiyan, di 95. Salvegera şehîd kirina Pêşengên Serhildana 1925'an bibîr anîn. Hat ragihandin ku Şex Seîd û hevalên xwe, li hember polîtîqayên li dijî Kurd û Kurdistanê serî hildan e û doza wan doza mafên mazlum ye.
Li Diyarbekirê, ji bo bibîranîna Şex Seîd û 46 hevalên Wî ku 95 sal berê li Diyarbekirê hatibûn darve kirin, li Komeleya Şex Seîd, bi beşdariya nunerên saziyên sivîl û partiyên siyasî daxuayniyekî hat belav kirin. Di daxuyanî ya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê komeleyê Felat Ozsoy ve hat xwedin de bal hat kişandin ku serhildana 1925'an serhildaneke neteweyî ye û dê neviyên wan pêşengan jî doza wan bişopînin û bidomînin.
Parêzerê Komeleya Şex Seîd Mehmet Emîn Aktar, balê kişand ku goristana Şêx Seîd û hevalên Wî jî, ji malbat û gelê Kurd tê veşartin. Ji ber ku naxwazin Kurd bi nirxên xwe bizanin û xwe bi nirxên xwe ve gire bidin. Aktar ragihand ku ji bo destnîşan kirina gorên wan û îade kirina îtîbara Şeh Seîd û hevalên Wî hewlên wan yê hiqûqî berdewam in.
Mehmet Emîn Aktar – Parêzer got : "Tiştên ku miletekî dike milet nirxên wan in. Zimanê te, welatê ku li tu ser dijîy, sembolên neteweyî ku wek milet te pêşve dibin, ala te, siruda te ûserok û pêşengên te. Dewleta Tirkiyeyê ji bo ku van hemuyan tune bike van tiştan kiriye. Ji ber ku gelê Kurd bi vana bizanin, dê hişmendiyekî ava bibe. Dema bibêjin ev gora Şêx Seîd e ku pêşengê serhildana 1925'an kiriye; dê gel ziyaret bikin, lê xwedî der bikevin û dê bibe bingeha hişmendiyekî, hişmendiya neteweyî. Dewleta Tirk pêşiya viya digire."
Komeleya Palevî jî, di 29'ê Hezîranê de, piştî nimêja nîvroyê, li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê bi daxuyaniyekî ragihand ku Şex Seîd û hevalên xwe, ji bo doza Kurd û mezlûman serî hildane û bang û daxwaz ji rayedarên hikumet û dewleta Tirkiyeyê kirin ku gora wan nirxên vî gelî bên aşkere kirin û îtîbara wan bê îade kirin.
Yek ji wan neviyê Şex Seîd Faysal Firat jî da zanîn ku tişta hatiye kirin zilm e û êdî ew daxwaza zanîna gora bapîrên xwe dikin da ku bikaribin biçin li ser fatîhayekî bixwînin.
Faysal Firat - Neviyê Şex Seîd got: "Ev 95 sal e, Bapîrê me Şex Seîd û tevî 46 hevalên xwe li vir şehîd ketine. Ciyê mezelê wan ne diyar e, hin gote got hene ku dibêjin li felan ciyaye lê tişteke aşkere tune ye. Ez dibêjim kesên xwedî wijdan, kesên heqşînas û kesên ku ji xwe re dibêjin însan bila piştgiriya me bikin. Êdî bes e."
Bi dehan saziyên sivîl û partiyên siyasî jî bi daxuayniyên nivîskî, şehîdên serhildana 1925'an û pêşengê wê serhildana Şex Seîd Efendî bibîr anîn.