Li Diyarbekirê 23 kes hatin zîndanîkirin

Di operasyona li hember endamên Kongreya Civaka Demokrat (KCD) de, bi giştî 23 kes hatin zîndanîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyona li hember endamên Kongreya Civaka Demokrat (KCD) de, bi giştî 23 kes hatin zîndanîkirin.

Serdozgeriya Diyarbekirê, bi tometa endamtiya rêxistina terorê, derbarê 64 endam û rêveberên KCDê de biryara binçavkirinê da.

Polîsê Tirkiyeyê, bi fermana serdozgerîyê, li Diyarbekir û çend bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê operasyon encam dan û 45 kes binçav kirin.

Kesên lêpirsîna wan temam bûne, beş bi beş arasteyê dadgehê hatin kirin û di encamê de bi giştî 23 hatin zîndankirin. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî di nav de, 22 kes bi kontrola dadî hatin berdan.

Ji bo binçavkirina 19 kesên din jî operasyon berdewam dikin.

 

S. B