Li Rojhilatê Kurdistanê metirsiya Koronayê zêdetir dibe
Berpirsên Navenda Tendirustiya bajarê Mehabadê dibêjin, êdî ew nikarin pêketiyan werbigirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke awarte de ne. Vîrusa Korona bi awayekî belav bûye, ku ji destên berpirsan derketiye. Berpirsên Navenda Tendirustiya bajarê Mehabadê dibêjin, êdî ew nikarin pêketiyan werbigirin.
Berpirsê Navenda Tendirustiya Mehabadê Emîr Bêhzad ragihand, êdî ew nikarin pêketiyên Koronayê yên rewşên wan ne cîgir in werbigirin, ku tevahiya nexweşxaneyên bajarê Mehabadê dagirtî ne û li bajêr zêdetir ji 2 hezar û 500 pêketiyên Koronayê hene, ji wan jî 61 kesan canê xwe jidest dane.
Ev rewşa li Mehabadê heye, ligel ku ew ne navenda parêzgehê jî û gelekî ji Sine, Ormiye, Kirmanşan û Loristanê biçûktir e.
Li gor dawî amaran, heta niha zêdetir ji 1 hezar û 400 kesan li Rojhilatê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane û piraniya qurbaniyan jî, ji parêzgeha Ormiyê ne, ku 426 kesan canê xwe jidest dane.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyê Cewad Aqazade daxwaz ji xelkê dike, ti kesek berê xwe nede parêzgeha Ormiyê û bi taybet jî serdana navenda parêzgehê jî neke.
Her çend e Serokomarê Îranê rêkarên xweparastinê li Sine, Kirmanşan û Ormiyê tundtir kiriye, lê ji ber rewşa aboriyê ya xirap, qedexeya çûnûhatinê nehatiye ragihandin.
Niha welatî metirsiyên Koronayê heta astekê cidî wergirtine û rê û kolan wek berê ne qerebalix in, lê berpirs dibêjin, sedema sereke ya belavbûna Koronayê ew e, welatî girîngiyê nadin xweparastinê û maskan bikar nayinin. Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Sinê Ferzîn Ziraî diyar dike, tenê di sersaxiyeke nav malê de, 76 kes bi Koronayê ketin û daxwaz ji welatiyan dike xwe ji kombûnan dûr bigirin.