Li Iraqê 104 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê amarên 24 demjimêrên bûrî ên vîrusa Koronayê belav kir û ragihand, 104 kesan canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê amarên 24 demjimêrên bûrî ên vîrusa Koronayê belav kir û ragihand, 104 kesan canê xwe jidest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 958 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 104 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, li Iraqê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîşt 49 hezar û 109 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîşt 1 hezar û 943 kesan.
Amaje bi wê jî da, heta niha 24 hezar û 760 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
S. B