Li Hewlêrê 112 pêketiyên Koronayê baş bûn
Ligel zêdebûna pêketina bi vîrusa Koronayê, îro li Hewlêrê 112 pêketiyên Koronayê baş bûn û ji nexweşxaneyan derdikevin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligel zêdebûna pêketina bi vîrusa Koronayê, îro li Hewlêrê 112 pêketiyên Koronayê baş bûn û ji nexweşxaneyan derdikevin.
Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed belav kir, 112 pêketiyên Koronayê piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi temamî baş bûn û rewşa wan û piştî dawî testên wan nîgatîv derketin, biryar hat dayîn vegerin male.
Da zanîn jî, hejmara tevahiya pêketiyên Koronayê yên li Hewlêrê baş bûne, gihîşt 828 kesan.
Herwiha Dr. Dilovan Mihemed daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên xweparastinê bibin û xwe û malbatên xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin.
Li Hewlêrê û ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, ji îro ve qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 6:00 sibê û heta demjimêr 12:00 nîvê şevê ji bo heyama 5 rojan hatiye ragihandin.
S. B