Gorekê bikom li parêzgeha Neynewa hate dîtin
Beşê peywend’yên giştî û ragehandinê li rêveberîya şehîdan li parêzgeha Neynewa ragehand, goreka bikom li gundê Ee'dîl di navbera Mûsil û Teleifer de li rojavayê wê parêzgehê hatiye dîtin. têda rûfatên şeş sed qurbaniyan hebûn.
K24- Hewlêr

Heya niha nasnameya qurbanîyan nedîyare, lê Ew gor bo serdema şerê Daişê vedgere. Tenê 72 gorên bikum li Neynewa û deşta Şingalê hatine dîtin û termên zêdetir ji 1000 kesan têde hebûn. Hate zanîn hemû ew gor yên sala 2014ê ne di dema hatina Daişê de bûne û piranîya wan Termên Kurdên Êzadî têde bûn e.