Gêr Pêdersen: Divê alîkarîyên mirovî bo Sûrîyan bê astengî berdewam bin
Şanderê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê ragehand, divê alîkarîyên mirovî bo Sûrîyan bê astengî berdewam bin.
K24- Hewlêr
Şanderê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê ragehand, divê alîkarîyên mirovî bo Sûrîyan bê astengî berdewam bin.
Şanderê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gêr Pêdersen di civîna Biruksilê de ragehand, milimlanêya li Sûriyê derbazî sala xuya dehan bû û hêjî milletê Sûriyê êş û azaran dikêşe.
Got jî: Nabe rê li ber derbazkirina alîkarîyên mirovî bo Sûriyê bê girtin û divê alîkarî berdewam bin bê duristkirina astengîyan.
Şanderê Neteweyên Yekbûyî got jî: Di dawîya Tebaxê de li Cinêvê komîteya destûrê Sûriyê dicve, ewê kar li ser çaksazîyan bike heya bigehin rê çareyeke siyasî bo Suriyê.