Li Çemçemalê tûşbûyekê Koronayê yê 17 salî canê xwe ji dest da

Li qeza ya Çemçemal tûşbûyekê Koronayê yê temen 17 salî canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî tûşî Koronayê bûn.

K24- Hewlêr

 Li qeza ya Çemçemal tûşbûyekê Koronayê yê temen 17 salî canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî tûşî Koronayê bûn.

Ferhad Mehemed Mistefa, rêvebrê Tenduristîya Çemçemalê ragehand, xortekê tûşbûyê Vayrosa Koronayê yê temen 17 salî ku nexweşîya şekre pê re hebû, piştî 12 demjimêran li nexweşxaneyê ma, evro canê xwe ji dest da.

Got jî: her evro şeş nexweşên vayrosa Koronayê li Çemçemalê hatin destnîşankirin, ku sê zelm û sê jin in. yek ji wan xelkê nahye ya Tekye ye û yên din hemû rûniştvanên Çemçemal in.