Li Efrîn çekdaran 220 darên zeytûnê hilkirin

Li Efrînê kolandina cihên dîrokî bi armanca lêgerîna li entîkeyan û hilkirina darên zeytûnê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê kolandina cihên dîrokî bi armanca lêgerîna li entîkeyan û hilkirina darên zeytûnê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve bi wesaîtên kolandinê yên mezin dest bi kolandina girê li gundê Kela kirine û dora 220 darên zeytûnê yên li derdora wî girî hilkirine.

Mijara kolandina girên dîrokî û şûnwarên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve ji dema dagîrkirina Efrînê ve destpê kiriye. Li gor zanyariyên rêxistinên binpêkirinên Efrînê belge dikin, zêdetir ji 50 cihên dîrokî û şûnwar hatine kolandin, dizîn û wêrankirin. Herwiha bi hezaran jî darên zeytûnê hatin hilkirin û qutkirin.

Ji aliyekî din ve jêderekî din ji K24ê re diyar kir jî, grûpa Cebhe El Şamiyê baca 600 Dolar li 5 cotkarên gundê Memila û Omera yên navçeya Reco spandine û ji wan re gotine, heger ew bacê nedin, dê tirektorên wan desteser bikin.

 

S. B