Li parêzgeha Silêmaniyê 2 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê aşkere kir, kesekî din li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest da. Li Seyidsadiq jî xortek bû qurbaniyê Koronayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê aşkere kir, kesekî din li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest da. Li Seyidsadiq jî xortek bû qurbaniyê Koronayê.
Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ji K24ê re ragihand, jineke 98 salî ku xelkê Pênciwîn e, piştî bi Koronayê ketibû û mana çend rojan li nexweşxaneyê, îro canê xwe jidest da.
Ji aliyekî din ve, Qeymeqamê Qezaya Seyidsadiq, mirina xortekî 34 salî bi vîrusa Koronayê ragihand.
Bi vî awayî, li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 6 hezar 144 kesan, jê 207 kesan canê xwe jidest dane, ji nava wan 179 kes li Silêmaniyê ne.
S. B