Welatiyekî Kurd li zîndana Sine hat bidavekirin

Welatiyekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê li zîndana bajarê Sinê hat bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê li zîndana bajarê Sinê hat bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan “Hingaw” belav kir, Mihemed Ezîz ku xelkê bajarokê sewlawa ya parêzgeha Sinê ye, duhî li zîndana bajarê Sinê hat bidarvekirin.

Ew welatiyê Kurd, berî du salan bi tometa kuştina biqest ji aliyê dezgeha Dadweriya Îranê ve sizaya bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Wê rêxistina mafên mirovan diyar kir jî, Mihemed Ezîz di meha Remzana bûrî de ji bo bicihkirina fermana bidarvekirinê ji bo zîndana takekesî hatibû veguhastin, lê bicihkirina fermanê hat paşxistin.

 

S. B