Pêketiyekî Koronayê li Germiyanê canê xwe jidest da

Peyamnêrê K24ê da zanîn, pêketiyekî din ê Koronayê îro li devera Germiyanê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, pêketiyekî din ê Koronayê îro li devera Germiyanê canê xwe jidest da.

Di wê derbarê de Rêvebirê Tendirustiya Germiyanê Dr. Sîrwan Mihemed ji K24ê re ragihand, îro jineke 37 salî bi Koronayê canê xwe jidest da.

Rêvebirê Tendirustiya Germiyanê diyar kir jî, heta niha 14 kesan li devera Germiyanê bi Koronayê canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 6 hezar 144 kesan, jê 208 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B