Li Îranê 141 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Li Îranê careke din mirina bi vîrusa Koronayê bilind dibe û di 24 demjimêrên bûrî de, 141 kesên din canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îranê careke din mirina bi vîrusa Koronayê bilind dibe û di 24 demjimêrên bûrî de, 141 kesên din canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de li Îranê 2 hezar û 549 kes bi Koronayê ketine û 141 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li Îran gihîşt 230 hezar û 211 kesan, ji wan jî 10 hezar û 958 kesan canê xwe jidest dane.
Berdevka Tenduristiyê diyar kir jî, hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 191 hezar û 487 kesan û rewşa 3 hezar û 81 nexweşan jî xirap e.
S. B