Nûnerê Herêma Kurdistanê li Îranê ji Korona baş bû
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê piştî du hefteyan ji tûşbûna bi Koronayê, başbûna xwe ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê piştî du hefteyan ji tûşbûna bi Koronayê, başbûna xwe ragihand.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax îro ji K24ê re aşkere kir: Roja 13ê vê mehê bi Koronayê ketim, lê rewşa min a tendirustiyê baş bûye û li malê xwe kerentîne kir.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê got jî: Pêr roja Duşemê testa Koronayê ji min re hate kirin û encam nîgatîv derket.
Vîrusa Korona li hinan giran dibe û li hinan jî sivik dibe û hin jî hene hest pê nakin. Nazim Debax di derbarê ezmûna xwe de dibêje: Korona wek her nexweşiyeke din e, heger berevaniya mirov bihêz be û li ser başbûnê rijd be, dê baş bibe.
Nazim Debax sala 1947an li qezaya Koye jidayik bûye û ji sala 2007an ve Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê ye.
S. B