Nûtirîn amara haletên Vayrosa Koronayê li Îraqê hat belavkirin

Wezareta Tenduristîya Îraqê di ragehandinekê de, dawî amara bandora Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir û ragehand, 2,415 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûne di 24 demjimrêrên bûrî de.

K24- Hewlêr

 Hereweha ragehandîye, di wan  demjimêrande 107 kesan canên xwe ji dest dane û 507 kes jî baş bûne.

Bi vê yekkê jî hejmara tevaya tûşbûyan li Îraqê gehişte 51, 524 kesan û hejmara başbûyan jî gehişte 26,207 kesan.

Heya niha 2,050 kesan jî li tevaya Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî bi sedema nexweşîya Koronayê canên xwe ji dest dane.