Tenuristîya Germîyan mezinde dike 45 hezar tûşbûyên Koronayê li devera wan hebin
Parêzgeha Silêmanîyê bi rêveberîyên Germîyan û Raperîn ve, sêyem parêzgeha ji alîyê piranîya tûşbûnê bi nexweşîya Koronayê. herçende di dema sê rojên burî de, tenê dû haletên can ji destdanê bi koronayê li Germîyan hatine tomarkirin; lê rêvebrê Tenduristîya Germîyna mezinde dike 45 hezar tûşbûyên Koronayê li wê sinûrê hebin.
K24- Germîyan

Dr. Sîrwan Mehemed Rêveberê Tenduristîya Germîyan bi Kurdistan 24 re ragehand, ewê pişkinînan Koronayê dikin, rojane %33 ji wan encamên pişkinînên wan erênî derdikevin, anku xuya dibe ku tûşî koronayê bûne. Lew li gor lêkvedana amaran mezide dikin 45 hezar tûşbûyên Koronayê li sinûrê rêveberîya Germîyan hebin.
Li germîyan, rêveberê xweparaztinê ji Koronayê û rêveberê Nexweşxaneya Qela ya taybet bi tûşbûyên Koronayê, tûşî Koronayê bûn. Li gor axivtinên rêveberê giştî yê Tenduristîya Germîyan, heya niha xweparaztin ji alîyê xelkê ve, gelek kême û qelebalixî û bazar û jîyana rojane wek dema berî Koronayê ye.
Li sinûrê Germîyan rojane 200-250 pişkinînên Koronayê dihêne kirin. Dr. Sîrwan behsa wê yekê dike ku wan dûvçûn bo kilînîk û norîngehan kirine û ew dibêjin, rojane hejmareka mezin ji tûşbûyên Koronayê dibînin, lew ew hejmara li ba ma hetîye tomarkirin, ya kêm û kêm kes jî dihên ba me bo encamdan pişkinînê.
Bi giştî, 21 kesan ji rûniştvanên Gemîyan bi sedema Koronayê cenên xwe ji dest dane: 7 kes ji wan li nexweşxaneyên Silêmanîyê û 14 jî li nexweşxaneya Qelayê. Herweha 843 haletên tûşbûna Koronayê li sinûrê Germîyan hatine tomarkirin. Dr. Sîrwan Mehemed dibêje: Ev jî piştî pişkinînê n hûr hatine tomarkirin, lê bi rastî hejmara tûşbûyan gelek ji evê hejmareyê zêdetire. Di nav evan tûşbûyan jî 60 ji wan karmendên Tenduristîyêne, ku piranîya wan di dema bicîkirina erkên xwe de tûşî wê nexweşîyê bûn e.