Cotyar Adil: Evro rojeka dîrokîye û hikumeta Herêmê biryarên gelek giring derkirin
Gotebêjê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, zanyarî derbarê civîna evro ya hikumeta Herêma Kurdistanê aşkera kirin û ragehand, ji evro ve yasaya çaksazîyê dikeve warê cîbicîkirinê de û evro biryarên gelek girin hatin dan.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, zanyarî derbarê civîna evro ya hikumeta Herêma Kurdistanê aşkera kirin û ragehand, ji evro ve yasaya çaksazîyê dikeve warê cîbicîkirinê de û evro biryarên gelek girin hatin dan.
Piştî civîna evro ya hikumeta Herêma Kurdistanê, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê di konfiranseka mêdyayî de got: Evro rojeka dîrokî ye di warê pirsa çaksazîyê de. Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nû ev yasaye pirojeya hikumetê bû û pêşkeşî perlemanê hate kirin. Evê yasayê pêwîstî bi hejmareka peyrewan hebû bo cîbicîkirina wê. Evro jî kete di warê cîbicîkirinê de û di civîna evro de gelek biryarên giring hatin derxistin.
Herweha got: Civîna evro bi serokatîya serokê hikumetê û cêgirê serokê hikumetê û tevaya wezîran birêve çû. Tevya biryaran jî bi komdengî hatin derxistin, tenê yek biryar nebe ku yek wezîr li gel wê biryarê nebû. Hikumeta Herêma Kurdistanê di evê çarçoveyê de berrdewam dibe li ser piroseya çaksazîyê, ku armanca evê piroseyê dadperwerîyê û çespandina şayîsteyên darayîyên fermanberan, mîratgirên şehîdan, enfalkirîyan û zîndanîyên sîyasî ye. rêkarên giring digirin ber xwe.
Xuya jî kir, di movka yekem a civînê de, behsa danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin kirin. Me di destpêkê de, bi nîyaz pakijî serdana Bexdayê kir û gotûbêjên me dê berdewam bin bo bi destvehînana şayîsteyên darayîyên Herêma Kurdistanê. Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê serdana Bexdayê kir. Behsa pirsa budce, mûçe û petrolê hate kirin û nerîn hatin veguhartin. Di ayîndeyek nêzîk de, careka dî şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dê bike. Sitratîciya hikuemta Herêma Kurdistanê bo her danûstandinekê li gel Bexda li bingeha destûrê dibe.
Derbarê tewera dûyem ya civînê, gotebêjê hikumetê got: Mijara dûyem a gotûbêjên civata wezîran, damezirandina Rêveberya Giştîya û sindûqa taybeta xanenişînê bû, bo ewên bi pileya taybet hatine xanenişîn kirin. Ev sindûq dê bihêt paraztin û sermaye ya wê taybet dibe bi ewên xanenişîn in bi pileyên taybet. Di ayîndeyek nêzîk de, yek rêveberîya giştî ya xanenişînê dê hebe û peyrew bo wê hatîye amadekirin. Di hefteya dahatî de jî Civata Wezîran pêdaçûna dawêyê bo wê dike.
Got jî, di tewera sêyem de, behsa baca kompanyayan hate kirin û pêwîste bacên xwe bidin li gor wan yasa û rênimayîyên ku li Herêma Kurdistanê hene daku ew pabendîyên yasayî li ser wan bihên cîbicîkirin. Tevaya kompanyayan dê bihên pabendkirin bicîbicîkirina yasayê û dana bacê.
Cotyar Adil behsa tewereka dî ya civînê kir û got: Herweha behsa piroje hevpişik di navbera kerta giştî û kerta taybet hate kirin, ku yekem care di nav hikumetê de bi vî awayî dihête pesindkirin. Hevpişkî di navbera kerta giştî û kerta taybet dihête kirin bo cîbicîkirina pirojeyên sitratîcî. Hevdem kar li ser wê yekê hatîye kirin, lîsta mîratgirîya kesûkarên serbilindên şehîdan, enfalkirîyan, ragirtîyê sîyasî û zînndanîyên sîyasî li gor sîstema bayometrî bihên rêkxistin. Ewên mercên yasayî têde nebin, dê bihên helweşandin. Ji evro ve ev yasaye karê xwe dike û ev lîstên hanê dê bihên pakijkirin. Ewên hejî ne dê bihên cudakirin ji ewên ne hejî ne. Wek hikumeta Herêma Kurdistanê tekez dikin yasaya şaksazîyê dê bihêt cîbicîkirin.
Di dawîya axivtinên xwe de Cotyar Adil got: Wek hikumeta Herêmê me tekez kir li ser supasîkirina hevwelatîyan û tevaya wan birêzên di erik de ne, bi taybetî karmendên tenduristîyê û wezareta navxwe û daxwaz ji hevwelatîyan jî dikin pabend bin bi rênimayîyan û supasîya xelkê Kurdistanê dikin bo hedarî û bihindirêjîya wan.