Hikumeta Herêma Kurdistanê: Di danûstandinan de li gel Bexdayê berdewam dibin bo gehiştinê bi rêkkevtinekê.

Civata Wezîran gotûbêj derbarê pêngavên cîbicîkirina yasaya çaksazîyê û rêkxistina sîstema bax û perpdêana kerta taybet kir. Herweha biryar da hikumeta Herêma Kurdistanê di danûstandinên xwe de li gel hikumeta fedral berdewam be ji bo gehiştinê bi rêkkevtinekê ku maf p şayîsteyên destûrîyên Herêma Kurdistanê têde parêztî bin. Di tewereka dîya civînê de, Civata Wezîran peyrew û çarçoveya yasayî ya perepêdana kerta taybet û giştî pesind kir.

K24- Hewlêr

Civata Wezîran gotûbêj derbarê pêngavên cîbicîkirina yasaya çaksazîyê û rêkxistina sîstema bax û perpdêana kerta taybet kir. Herweha biryar da hikumeta Herêma Kurdistanê di danûstandinên xwe de li gel hikumeta fedral berdewam be ji bo gehiştinê bi rêkkevtinekê ku maf p şayîsteyên destûrîyên Herêma Kurdistanê têde parêztî bin. Di tewereka dîya civînê de, Civata Wezîran peyrew û çarçoveya yasayî ya perepêdana kerta taybet û giştî pesind kir.

Evro Çarşembîyê, 1/7/2020 Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata Wezîran û bi pişikdarîya Qubad Telabanî, cêgirê serokê Civatê bi rêya vîdyo konfirasê civîya.

Di destpêka civînê de, cêgirê serokê wezîran raporta xwe pêşkeş kir derbarê encamên gotûbêjên hikumeta Herêmê li gel hikumeta fedral û pêşnîyazên çareserkiria arîşeyên helwîstî li gel Bexda. Supasîya şanda danûstankarê herêmê jî kir, bo berevanîkirinê ji mafên destûrîyên xelkê Kurdistanê. Civata Wezîran biryar da hikumeta Herêma Kurdistanê di danûstandinan de berdewam be ji bo gehiştinê bi rêkkevtinekê ku maf û şayîsteyên destûrî yên hikumeta Herêma Kurdistanê têde paraztî be.

Dûv re Ebdulhekîm Xisro, serokê Fermangeha hevahengî û dûvçûnê û sekretêrê Komîteya Bilinda Çaksazîyê raportek pêşkeş kir, derbarê pêngavên kirokî (piragmatîkî) yên yasaya çaksazîyê, ku evro 1ê Tîrmehê dikeve di warê cîbicîkirinê de.

Dûv re wezîrê darayî û abûrîyê mîkanîzm û rêkarên wan rênimayîyan pêşkeş kir ku li rêkefta 29/6/2020 hatin derkirin bo cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir, ku çaksazî di tevaya kertan de dê bihê kirin û piroseyeka berdewam e. armanc jî ji çaksazîyê ku xwazta piranîya xelkê Kurdistanê ye, bidestvehînana dadperwerîyê û paraztina mafê mûçexorên şayîste û rasteqîne ye.

Di movkeka dî ya civînê de, Dara Reşîs wezîrê pilandananê, reşnivîsa peyrewa û çarçove ya yasayî ya perpêdan û pêşxistina hevpişkîya Kerta taybet û giştî û çend pêşnîyaz bo perepêdana kerta taybet pêşekeş kir. Civata Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinê, supasîya wezareta pilandananê kir û bi tevaya dengan ew peyrew û pêşniyaz hetin pesindkirin, ku dibe bingeha yasayî bo cîbicîkirina pirojeyên hevpişkên kerta taybet û giştî bi li berçavgirtin dana delîveya wek hevî bo kompanyayan, berekanê, berjewendîya giştîya hevwelatîyan, peyrewkirina pîverên darayî û yasayên karpêkirî bi awayekê ku di xizmeta pirojeyên giştîyên xizmetguzarîyn de be.

 Dûv e serkretêrê Civata Wezîran, Amanc Rehîm, serokê Komîteya raspartî bo pêdaçûnê bi bacê, aportek pêşkeş kir derbarê encama vekolînê û pêdaçûna Komîteya rêkxistina sîstema bacê li Herêmê ku li ser asta sitratîcî û dirêj dem destnîşana pilana çaksazîya bacê kiribû. Di pişkeka dî ya pilana niha pêşkeş kir bo çaksazîyê di warê bacê de, piştî gotûbêj û ra û nerîn veguhartinê civata nwêneran tevî destxweşîyê li sekretêrê Civatê û endamên komîteyê, bi tevaya dengan rasparteyên komîteyê hatin pesind kirin, bi arasteya helweşandina her lêxweşbûneka bacê, heke li derveya yasayê  be û bi zûtirînn dem peyrewa pîyadekirina karê jimêryarî ya yasayî  û karê hûrbînî ya pirojeyên bazirganî bihên cîbicîkirin daku jêryarên yasayî berpisyarîyê bixin di stûyê xwe de bo rêgirtinê ji xwe ve dizînê ji dana bacê û pabendkirina kompanyayan bi dana bacê û wergiritina rêkarên yasayî bo beranber wan kes û kompayayên xwe ji dana bacê vedidizin yan moletên lêxweşbûna bacê li gor yasayê bo pirojeyên xirab bikar dihênin. Tevî karkirinê bo darijtina yasayeka nû bo bacê û mifa wergirtin ji zanyariyan bo pêşkeşkirina xizmetguzarîya bacderan û nehêlana bîrokrasî û rotîna rêveberîyên bacan û zêdekirina zelalyê.