Li Efrînê çekdaran 6 welatiyên Kurd revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 6 welatiyên Efrînê revandin. Li gundekî jî 2 malbat ji malên merivên wan derkirin û li cihê wan malbatên çekdaran bicih kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 6 welatiyên Efrînê revandin. Li gundekî jî 2 malbat ji malên merivên wan derkirin û li cihê wan malbatên çekdaran bicih kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Medenî pêr 30î Hezîranê avêt ser gundê Dargirê û 5 kes (Îmad Husên Qadir, Ebdo Mihemed Ebdula, Mihyedîn Elîko, Cemal Omer Elîko û Sebrî Ehmed Mihemed) revandin.

Diyar kir jî, grûpa Polîsa Serbazî ji roja 26ê Hezîrana bûrî ve welatiyekî bi navê Rojan Ismet ji gundê Çolaqa revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar a bi navê El Hemzat li gundê Maratê dest danî ser du malan û malbetên ku tê de bûn jê derkirin û li şûnê malbatên çekdaran bicih kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çakdar ji dema dagîrkirina Efrînê, demografiya Efrînê diguhêrin, ku destê xwe datînin ser malên Kurdan û malbatên çekdaran û Erebên anîne Efrînê li şûna wan bicih dikin.

 

S. B