Li Silêmaniyê 3 kesên bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li parêzgeha Silêmaniyê amarên mirina bi vîrusa Koronayê bilind dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Silêmaniyê amarên mirina bi vîrusa Koronayê bilind dibin. Îro li bajarê Silêmaniyê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest da.

Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ji K24ê re ragihand, îro 2 jinan û peyayekî ku temenê wan di navbera 50 û 60 saliyê de bûn, bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 6 hezar 403 kesan, jê 216 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B