Li Îranê 148 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Îranê di 24 demjimêrên bûrî de, 148 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê di 24 demjimêrên bûrî de, 148 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 2 hezar û 652 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 148 kesan jî canê xwe jidest dan.

Li Îranê bi giştî heta niha 232 hezar û 863 kes bi Koronayê ketine, ji wan 11 hezar û 106 kes canê xwe jidest dane.

Amaje bi wê jî da, heta niha 194 hezar û 98 kes ji Koronayê baş bûne. Herwiha rewşa 3 hezar û 97 kesan jî xirap e.

Ev di demekê de ye, îro Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Parêzgeha Ormiyê Cewad Aqazade ragihand, li Ormiyê di 24 demjimêrên bûrî de 22 kesan jî canê xwe bi wê vîrusê jidest dan.

 

S. B