Serokwezîr pêşwaziya Wêzîrê Gihandin a Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Îraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Îraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê gihandin a Îraqê Erkan Şehab civiya.

Di dîdarê de Wezîrê veguhestin û gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Elî Xiweylidî Serokê Civata rêvebirinê ya desteya ragehandin û gihandina Îraqê amade bûn, û pêşxistina pêwendiyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di warê gihandinê gotûbêjkirin.

Wezîrê gihandin a Îraqê amadebûna wezareta xwe bo hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta herêma Kurdistanê nîşan da, di çarçoveya pêşxistinê di warê gihandin li Îraq û Herêma Kurdistanê de. Herwiha got, ku ew rêzê li taybetmendiyên herêma Kurdistanê digrin û dixwazin, baştirîn pêwendî di navbera her du aliyan de hebe, ji ber ku bihêzbûn a herêma Kurdistanê di berjewendiya Îraqê de ye.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê tekezî liser çareserkirina  pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê kir, ji ber ku cîbicîkirina destûrê fakterek sereke û giring ê pêşkeftin û aramiya Îraqê ye.

 

 

C.B