Pasewanên Sînor li Zaxo hatina hêzeke Iraqî bo navçeya wan red dikin
Fermandarê Lîwaye Yek ya Hêzên Pasewanên Sînor li Zaxo red dike ti hêzeke Iraqî ji derveyî sînorê parêzgeha Duhokê derbasî navçeyê bûbe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî belavbûna propagendeya çûna hêzeke Iraqî bo sînorê Zaxo, Fermandarê Lîwaye Yek ya Hêzên Pasewanên Sînor li Zaxo red dike ti hêzeke Iraqî ji derveyî sînorê parêzgeha Duhokê derbasî navçeyê bûbe.
Nêzîkî 20 rojan e artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û hêzek jî derbas kiriye û şer di navbera wê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî yên Zaxo de derketiye.
Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, artêşa Tirkiyê bi pehnbûna 30 K.M û bi kûrahiya 14 K.M navçeyên sînorî xistiye bin hejmûna xwe ya serbazî û 17 roj in şer di navbera wê û PKKê de berdewam e.
Di wê çarçovê de, li tora civakî propagendeya gihîştina hêzeke Iraqî bo sînorê Zaxoyê hat belavkirin, lê Fermandarên serbazî yên wê navçeyê wê propagendeyê red dikin.
Di wê derbarê de Fermandarê Lîwaya Yek a Pasewanên Sînor li Parêzgeha Duhokê Emîd Dilêr Ferzende Zêbarî ji K24ê re ragihand, hemû wan progagendayan red dikin.
Zêbarî got jî, hêzên Pasewanên Sînor ên ser bi Lîwaya Yek ve, 17 sal in li sînorê qezaya Zaxoyê bich bûne û karê wan parastina sînor e.
Tekez kir jî, Hêza wan jî ji sala 2003an ve hatiye damezirandin û endamên wê hemû ji xelkê navçeyê ne û Kurd in û ti hêzeke din ji derveyî parêzgeha Duhokê nehatiye navçeyê.
S. B