Tenduristîya Cîhanî: Renge ajelên malî koronayê bo xwedîyên xwe veguhêzin

Zanayeka mezin a Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî ragehand, metirsîya wê yekê heye, ajelên malî koronayê bo xwedîyên xwe veguhêzin, lê metirsîyeka kêm e.

K24- Hewlêr

Zanayeka mezin a Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî ragehand, metirsîya wê yekê heye, ajelên malî koronayê bo xwedîyên xwe veguhêzin, lê metirsîyeka kêm e.

Sumiye Swamînatan zanaya ya wê rêkxistîyê, di konfiranseka rojnamevanî de, ku li Cinêvê saz kiribû got: Pişîk û ajelên din yên malî tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.

Herweha got: Metirsyek heye, renge ew ajel bibin sedema veguhzatina Vayrosa Koronayê, lê heya niha ew metirsî gelek kêm e.