Birîtaniya tekez li ser berdewamîya piştîvanî xwe dike bo supayê Îraqê

Serok erkanê supayê Birîtaniya, Nîkolas Karter tekez li ser berdewambûna welatê xwe kir li piştîvanîya supayê Îraqê di hemû bwaran de.

K24- Hewlêr

Serok erkanê supayê Birîtaniya, Nîkolas Karter tekez li ser berdewambûna welatê xwe kir li piştîvanîya supayê Îraqê di hemû bwaran de.

Di beyaneka wezareta bervanîya Îraqê de hatîye, serok erkanê supayê Îraqê, ferîq ruknê hêzên taybet, Ebulemîr Reşîd Yarûlllah, peywendîyeka telefonî bo hat ji serok erkanê supayê Birîtaniya, ferîqê yekem Nîkolas Karter.

Di wê pewendîya telefonî de, gêngeşe li ser hejmareka pirsên giring hate kirin ji wan mijarên peywendî bi alîkarîya serbazî û hinek bwarên din ve heye di navbera herdû welatên dost de.

Serok erkanê supayê Îraqê amaje bi rola mezin a Birîtaniyayê kir, we dûyem pişikdare di Hevpeyamanîya nêvdewletî de li dijî Daişê, li piştîvanîkirina supayê Îraqê li şerê ewên mane ji şaneyên Daişê.

Wek di wê beyanê de hatîye, ji alîyê xwe ve, serok erkanê suapyê Birîtaniya tekez li ser berdewambûna welatê xwe kir, li alîkarîkirina supayê Îraqê di hemû bwaran de û amaje bi şîyanên Îraqê kiriye ji bidestvehînana serkevtina bi ser terorê re.