Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî li ser belavkirina alîkariyan berdewam e

Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî ji bo xizmetkirina mirovatîyê û alîkarîya aware û penaberên û malbatên hejar berdewam kar dike, di heyama qedexeya derketina derve de, Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî, Alîkarî gehande hzaran malbatan li sînûrê parêzgeha Duhokê.

K24- Hewlêr

Cihê şanazîyê ye mirov xizmetkarê milletê xwe be, diruşmê Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî ye û bi rastî û duristî ev diruşme dihête cêbicêkrin û ev dezgehe bûye penagehê lêqewmî û destkurtan û di heyama qedexe ya hatinûçûna koronayê da, evê dezgehê li parêzgeha Duhukê bitnê bi hzaran kîloyên sevikên xwarinê belavkirine; lew aware û xelkên Duhukê gelek bi rindî behisa wê dikin .

Ji bo gehandina harîkarîyan bo destkurt û lêqewmîyan navê Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî li ser zimanê her êkî ye û ev nav bûye birandeka sipehî û mezin yê mirovatîyê û di dema qedexeya hatinûçûnê de ji xweparêzîyê ji Vayrosa koronayê, bi hzaran malbatan mifa ji harîkaryên evê dezgehê wergirtin e û hevwelatî rola wan bilind dnrxîn in.