Hela sivîl salvegera rizgarbûna xwe ji destê Dai’şê pîroz dike
Hela, keçeke rizgarbûya destê çekdarên Dai’şê ye û di salvegera rizgarbûna wê ji destê Dai’şê, hevalên wê ev roj bi xweşî û şahî bi bîr anîn û hêvî xwestin, ku tevahiya endamên malbata wê, werin azadkirin.
K24- Duhok

Ser û sîmayeka bê guneh, lê dilekê pir kovan û temenekê di nava destên Dai’şê de bû ye, lê hîna bi dinyayî şad nebûye, kete dibin stema hovên Dai’şê de.
Dost û hevalên Helayê amadekarîyên sallvegera cejna rizgarbûna wê ji destê Dai’şê dikin û dixwazin hinekê girinjînê li ser lêvên wê peyda bikin, ku çendîn salin ji girinjînê bê behir bû ye.
"Em hemû xêzana Helayê ne", eve diruşmê hevalên Helayê ne ji bo wê, çunkû heya niha xêzana wê di destê Dai’şê de mane, hevalê wê dixwazin bibin palpişt û piştevanê Helayê ye.
Van hevalan ti caran Hela bi tenê nehêlaye wek seywanekê ne ji bo wê.
Her çi qas heval û hogir li derdora wê hebin, bêtir keyf xweş dibe. hîvê û xwastekên Helayê, ewe rojekê di hembêza deyîk û babên xwe de be. Ji ber ku niha dibin stem û zordarîya Dai’şê de ne, lê ewa hinekê dilê Helayê xoşkirî birayekê wê Fewas hatîye rizgarkirin.