Pênc kesên din li Silêmanêyê bi Koronayê canên xwe ji dest dan
Berê sipêdeyê ve heya evro nîvro, 5 kesên din ji tûşbûyên Koronayê di nexweşxaneyên Silêmanîyê de canên xwe ji dest dan.
K24- Silêmanî
Berê sipêdeyê ve heya evro nîvro, 5 kesên din ji tûşbûyên Koronayê di nexweşxaneyên Silêmanîyê de canên xwe ji dest dan.
Çavkanîyekî ji Tenduristîya Silêmanîyê bi Kurdistan24 re ragehand, ji berî sipêdeya evro ve heya niha 5 tûşbûyên Koronayê di nexweşxaneyên Silêmanîyê de canên xwe ji dest dane.
Ewî çavkanî got jî, ew qurbanî, 4 zelam û jinek in, sê ji wan xelkên nav bajarê Silêmanîyê ne, yek jî xelkê Ranye ye û yek jî xelkê Kerkûk e. temenên wan di navbera 55 salîyê bo 80 salîyê de ne.
Li gor amarên fermî yên Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji destpêka serheldana Vayrosa Koronayê ve heya niha li parêzgeha Silêmanîyê 195 kesan canên xwe ji dest dane û 4,738 kes jî tûşî wê Vayrosê bûne û ji evê hejmarê jî 1,036 baş bûne û vegeryane malên xwe û niha 3,522 tûşbû hene.