Serokê Hikûmetê serxweşiyê li Parêzgarê Duhokê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya pêwendiyeke telefonî, serxweşiyê li Parêzgarê Duhokê D. Elî Teter kir, bi boneya koça dawiyê ya diya wî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya pêwendiyeke telefonî, serxweşiyê li Parêzgarê Duhokê D. Elî Teter kir, bi boneya koça dawiyê ya diya wî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bi Parêzgarê Duhokê re derbirî û hêvî xwast, xwediyê mezin giyana diya wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê jî bi malbata wî bibexişe.

Parêzgarê nû yê Duhokê Elî Teter li cihê Ferhad Etrûşî di 24ê meha Hezîrana bûrî de dest bi kar kir.

 

S. B