Misir li dijî operasyona Tirkiyê li Herêma Kurdistanê helwesta xwe nîşan da

Wezareta Derve ya Misirê operasyona artêşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar dike û wê bi “kiryarên dijminkarî” binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Misirê operasyona artêşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar dike û wê bi “kiryarên dijminkarî” binav dike.

Wezarta Derve ya Misirê îro di derbarê operasyona vê dawiyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de operasyonên Tirkiyê kirin û ragihand, berdewamiya binpêkirinên Tirkî ji serweriya Iraqê re, bi hinceha parastina ewlehiya wê ya netewî, ewlehî û aramiyê navçeyê têk dide.

Wezareta Derve ya Misrê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji berdewamiya van kiryarên dijminkarî diyar dibe ku Tirkiye dixwaze hejmûna xwe li hemûyan ferz bike. Misr jî her dem li hember wê rawestiye û nîşan daye ku Tirkiye jêdera sereke ya nearamiyê ye li navçeyê”.  

Wezareta Derve ya Misirê dibêje: “Misr di vê çarçovê de piştevaniya xwe ji hikûmet û gelê Iraqê re ji bo rûbirûbûna kiryarên istifzazî ên Tirkiyê radigihîne û bang li hemû aliyan dike ku bi gotin û bi kiryar rêzê li serweriya Iraqê bigirin”.

Nêzîkî 20 rojan e artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û hêzek jî derbas kiriye û şer di navbera wê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî yên Zaxo de derketiye.

 

S. B